Yekemîn Komxebata derbarê çeteyên DAIŞ’ê destpê kir

Yekemîn Komxebata der barê çeteyên DAIŞ’ê de bi beşdarbûna bi sedan kesên navdar û bi axaftina endamê NRLS Ehmed Sîno dest pê kir. 

Navenda Rojava ya Lêkolînên Istratejîk (NRLS) li navçeya Amûdê ya giredayî bajarê Qamişlo li hola Beylesan yekemîn komxebata navnetewî li cîhanê ya tekildarî çeteyên DAIŞ’ê (Rehend, astengî û stratejiyên rûbirbûnê ) destpê kir.

Di komxebatê de Endamê NRLS’ê  Ehmed Sîno bixêr hatina meyvanan kir û wiha got: “Me dixwest ku hemû gelên Sûriyê beşdarî komxebatê bibin. Da ku em karibin kiryarên çeteyên DAIŞ`ê derhaqê gelên herêmê de û bi teybet gelê Kurd de nîşan bidin. Armanca komxebata me ku ji bo diyar kirina stratejiyek ku ewlehiya herêmê biparezê. Di heman demê de pêşniyar û nêrînên ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ`ê werin dayîn her wiha da ku hemû dewletên cihanê bibin yek û li dijî çeteyên DAIŞ`ê têbikoşîn."

 Komxebat derfetek mezin ji bo parastina nirxên mirovahiye

Sîno diyar kir ku girîngiya ji bo hemû nirxên mirovahiyê bên parastin ev komxebat tên lidarxistin û wiha pêde çû: “Komkujî û sûcên DAIŞ`ê yên derhaqê mirovahiyê de û bi teybet ên dijî gelê Kurd pêk aniyê zelal û ronî bikin. pêşniyarên ji bo rojên pêşin rêbazên guncaw ji bo kiryarên DAIŞ`ê dîtine bên mîsogerkirin. Dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê li gorî peyman û zagonên navneytewî werin nîqaşkirin. Erk û berpirsyarên ku dikevin ser milê civaka navnetewî çi ne wê ev mijar jî bi awayekî zelal bêne nîqaşkirin. Ev komcivîn derfetek mezin e.”

Piştî axaftinê sînevizyon tekildarî terora DAIŞ de hat temaşê kirin.

Niha jî şahidên zindî yên qûrbaniyên terora DAIŞ ê tên guhdar kirin.

(mk-bx)

ANHA


Mijarên Din