Yekemîn konferansa  zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kir

Bi armanca avakirina sîstemekî hevbeş û bilindkirina asta xwendinê, yekemîn konferansa zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kir.

QAMIŞLO

Îro saet 09.00`an li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo, yekemîn konferansa zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kir.

Bi dehan xwendevanên Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Efrînê, desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, KPC-Demokratîk, rewşenbîr, endamên akademiyên perwerdê, mamosteyên Şengalê, Berpirsê Buroya Têkîliyên dîplomasî yê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Cizîrê Abdulkerîm Saroxan beşdarî konferansê bûn.

Konferans bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê ji bo rêvebirina konferansê 5 kes hatin hilbijartin. Di konferansê de wê axaftin werin kirin. Piştre wê sîstema xwendina asta bilind were xwendin û nirxandin. Her wiha derbarê sîstema nû ya zanînehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê pêşniyar werin kirin û pilnsazî were dayîn.

Konferans bi axaftina Aldar Xelîl didome.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din