Yekemîn pêşbaziya jinan a futbolê li bajarê Minbicê dest pê kir

Yekitiya Werzîşê li bajarê Minbic û gundewarên wê turnuvayeke ji bo jinan bi navê Turnuvaya Şehîd Seher Milhim li dar xistin.

MINBIC

Turnuvaya bi armanca xurtkirina werzîşa jinan li bajarê Minbic û gundewarên wê hate lidarxistin. Turnuvaya ewreya Şehîd Seher Milhim dewreya yekemîn a pêşbaziya futbolê ya jinan e. Turnuvayê bi beşdariya heft tîmên jinan ji dibistanên seretayî yên li Minbicê dest pê kir.

Îro yekemîn maç (yarî) di navbera tîma dibistana Omer Remedan Heco û tîma dibistana Mistefa El-Bekar de li Yarîgeha 15`ê Tebaxê ya El-Sûdasî ya bajarê Minbicê hate lidarxistin. Di dawiya maçê de, tîma Dibistana Mustefa El-Bekar bi ser ket.

Li gorî agahiyên rêveberên turnuvayê, dê turnuva hefteyekê dirêj bike. Di dawiya turnuvayê de, tîma ku bi ser bikeve, dê bibe lehenga Turnuvaya Şehîd Seher Milhim a futbolê.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Seher Milhim xwendekarek bû û di encama teqîneke li ber Qesr El-Umera ya bajarê Minbicê de şehîd bû.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din