`Yekitî rêya xilasiyê ye`

Rûspiyên êlên navçeya Dirbêsiyê yên ku tev li Komxebata Êlên Sûriyê bûbûn, got komxebat ji gelên Sûriyê re serkeftinek e û yekitiya wan rêya xilasiya herêmê ji wêrankirinê îsbat dike.

Bi serkêşiya MSD`ê di 3`yê Gulanê de li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî Komxebata Êlên Sûriyê bi dirûşma “Êlên Sûriyê civakê diparêzin û hevpeymana civakî mîsoger dikin” li dar ket. Di komxebatê de zêdetirî 5 hezar şêx û rûspiyên êlên Sûriyê amade bûn. Beşdarên komxebatê yekitiya xaka Sûriyê û pêwîstiya diyaloga Sûrî-Sûrî tekez kir.

Rûspiyên navçeya Dirbêsiyê yên ku tev li komxebatê bûne, ji ajansa me re axivîn. Rûspiyê êla Omeran Ezîz Hec Mensûr destnîşan kir ku komxebat ji cîhanê re yekitiya tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê ji Kurd, Ereb û Suryanan tekez kir û hevgirtina pêkhateyan ji bo tunekirina terorê û parastina yekitiya xaka Sûriyê diyar kir.

Hec Mensûr rola êlên herêmê ji bo vedîtina çareseriya aloziya Sûriyê destnîşan kir û got: "Êlên Sûriyê bi rêya hevgirtin û yekrêziyê roleke girîng di çareseriya aloziya Sûriyê de û parastina yekitiya xaka Sûriyê de dilîzin. Komxebata ku li Eyn Îsayê li dar ketibû ji tevahiya cîhanê re peyamek bi hêz e û asta yekitiya gelê Sûriyê diyar dike."

Hec Mensûr di dawiyê de bang li êlên Sûriyê kir ku mîna vê komxebatê ji bo xilasiya gelê Sûriyê ji şer li dar bixin.

Ji aliyê xwe ve Delef Hesen ê ji civata Êzidî, destnîşan kir ku komxebat asta hevgirtina êlên Sûriyê xuya kir. Hesen diyar kir ku gelên herêmê li dijî dagirkeriya Tirk û ji bo rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê disekinin.

Delef Hesen her wiha destnîşan kir ku pêkhateyên Sûriyê dê yek bimînin û dê Sûriyê ya gelê wê be û wiha domand: "Komxebat ji cîhanê re îsbat kir ku projeya biratiya gelan rêya xilasiya herêmê ji wêranî û şeran e."

Di dawiya gotinên xwe de Hesen got tevî ku dagirker hewl dide tevliheviyê di nav pêkhateyên herêmê de belav bike lê komxebat peyamek ji tevahiya cîhanê re bû ku gelê Sûriyê yek rêgez û dengî ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din