Yekitiya Afrîkayê bang li Meclisa Leşkerî ya Sûdanê kir ku desthilatê radestî sivîlan bike

Yekitiya Afrîkayê bang li Meclisa Leşkerî ya Sûdanê kir da ku di nava 60 rojan de desthilatê radestî desthilata sivîl bike.

Li gorî nûçeya Reutersê, Yekitiya Afrîkayê daxuyaniyek weşand û tê de wiha got: “Di nava 15 rojan de ku Yekitiya Afrîkayê di meha derbasbûyî de diyar kiribû, mixabin artêşê dev ji desthilatê berneda û desthilat radestî sivîlan nekir.”

Di daxuyaniya Yekitiya Afrîkayê de hate gotin ku divê Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê, di nava 60 rojan desthilatê radestî sivîlan bike.

Têkildarî mijarê serokatiya Misrê hevpeymana Lûtkeya Şêwirmendiyê ya der barê rewşa Sûdanê li Qahîreyê de ku dema radestkirina desthilatê ji hikumeta demkî ya li Sûdanê re 3 meh e, ragihand.

Îro jî dewleta Îmaratê ragihand ku dewletên erebî piştgiriya "veguhastineke birêxistinkirî" li Sûdanê dikin.

(eh)


Mijarên Din