Yekitiya Ajokaran: Divê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were girtin

Yekitiya Ajokaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tev li banga ku partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji NY’yê û Koalîsyona Navneteweyî re şandine ku qada hewayî li ser herêmê bigirin, dibin.

Ji bo şermezarkirina gef û êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker, Yekitiya Ajokaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ew tev li banga girtina qada hewayî ya li ser herêmê dibin.

Hevserokê Yekitiya Ajokaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir Horo li Hesekê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em êrişên faşîst ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ’î ku li dijî herêmên me rojane pêk tên, her wiha hedefgirtina erebeyan şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi hedefgirtina ajokarekî li herêmê ji hêla dagirkeriya Tirk ve hate kirn û hate gotin: "Gelek ajokar ji hêla balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin û erebeyên wan û kesên di hundir de hatin şewitandin."

Her wiha di daxuyaniya Yekitiya Ajokaran de hate gotin ku di çûn û hatina li herêmên nêzî sînorê Tirkiyê de astengî hene. Herêmên mîna Minbic, Kobanê, Eyn Îsa, Til Temır, Qamişlo heta bi Dêrikê ve hene û ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve tên hedefgirtin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, hêzên navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî hate kirin ku helwesteke tund nîşan bidin û sînorekî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, deynin.

Di dawiya daxuyaniyê de Yekitiya Ajokaran tevlêbûna xwe ji banga partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji NY û Koalîsyona Navneteweyî re ji bo girtina qada hewayî li ser herêmê nîşan da û wiha got: "Di serî de civata navneteweyî, em bang li hemû dewletên têkildarî krîza Sûriyê dikin mîna Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî, Amerîka, Brîtanya û Fransa ku qada hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din