Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Hesekê îro bo dirûşma "Nasnameya Ciwnan" panelek li dar xist û nasnameya ciwanan, erka û mafên wan di civakê de da nasandin.
Bi dehan ciwan, nûnerên ciwanên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl di panelê de hazir bûn.
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fîdan Sîno axivî û bal kişand ser rola girîng a ciwanan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û girêdana wan bi şoreşê û fikrê Rêber Abdullah Ocalan û netewa demokratîk ji bo ku civakê rizgar bikin û got: “Em dê piştgiriya berxwedan û têkoşîna ciwanan bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.”
Paşê endama Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê Êlîza Ehmed nasnameya ciwanên şoreşger şirove kir û behsa rola wan a di birêxistinkirina ciwnan de di civakê de û xwedîderketina wan li fikrê Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê kir da ku civakê ji koletiyê û desthilatdariyê xilas bikin.
Piştî nîqaşan ciwanan ji bo xurtkirina nasnameya ciwanan di civakê de li ser van xalan li hev kir; zêdekirina dewreyên perwerdeyê li hemû gund û navçeyan, avakirina koordînasyona ciwanên şoreşger li hemû komînan, zêdekirina çanda xwendina pirtûkan di nava ciwanan de û herî dawî lidarxistina çalakiyên hunerî ji bo ciwanan.
(dm/şx)
ANHA