Yekitiya Giştî ya Cotkar û Sewaldaran a Herêma Cizîrê rojane li hemû herêm û navçeyên girêdayî kantonên Hesekê û Qamişlo civînan li dar dixe. Civîn ji bo avakirina hemû yekitî û hilbijartinên meclisan, her wiha xurtkirina karê rêveberî û rêxistinî li dar dikevin.
Piştî ku kongreya yekemîn di 1`ê Îlonê de hat lidarxixstin û gelek encam jê derketin, ji wan ku ji nû ve hemû buroyên li navçe û bajarokan ji bo başkirina kar werin avakirin. Yekitiyê îro li navçeyên Hol û Erîşe ji bo ji nû ve aktîfkirina Yekitiya Cotkar û Sewaldaran du civînên cuda li dar xistin.
Hevserokên Yekitiya Giştî ya Cotkar û Sewaldaran a Herêma Cizîrê Mihemed Cûma El-Hemîd û Xezalê Yasîn beşdarî her du civînan bûn. Di civînan de li gazinc û pêşniyarên cotkaran hatin guhdarkirin, her wiha meclisa yekitiyê ku ji 7 endaman pêk tê, di nav de hevserokatî hat hilbijartin.
Her wiha erkên nû yên yekitiyê hatin şîrovekirin û xalên girîng ku di kongreya yekemîn de hatibûn destnîşankirin, hatin nîqaşkirin.
Di dawiya civînan de plansaziya xebatên yekitiyê li navçeyên Hol û Erîşe hate danîn.
(bx)
ANHA