Yekitiya Ewropayê, ji ber lêgerîna Tirkiyê li gazê, behsa cezayan dike

Li gorî reşnivîsa daxuyaniya Yekitiya Ewropî ku kopyek gihîşt ajansa Reutersê, wê danûstandinên li ser asta bilind bi Enqerayê re, danûstandinên ji bo veguhistina esîmanî, sekinadina destekdayîn Tirkiyê di sala bê de, ji ber lêgerîna Tirkiyê li gazê li hemberî peravên Qubirsê, werin rawestandin.

Ajansa Reutersê got nûnerên dewletên ku endamên Yekîtiya Ewropî ne dê îro li Brussels li biryarek hevbeş bigerin, biryara ku hîn rê li pêşiya guhatina wê vekirî ye.

Di reşnivîsê de wiha hate diyarkirin: "Di çarçoveya lêgerîna nerewa ya nû û berdewam ku Tirkiyê pê radibe, Yekitiya Ewropayê biryara rawestandina diyalogên der heqê veguhastina esîmanî dide û nelidarxistina civînên li ser asta bilind di dema niha de.”

Herwiha di reşnivîsê de hate gotin: "Meclis pêşniyara desteya Ewropayê ya kêmkirina alîkariya beriya ku Tirkiyê di sala 2020`an de beşdar bibe piştrast dike û bang li banka istismara Ewropayê dike ku qerdên Tirkiyê û bi taybet qerdên ji aliyê desthilatê ve tê xwestin di ber çavan re derbas bikin."

Di reşnivîsê de, hate bibîrxistin ku heke Tirkiyê der barê lêgerîna li gaze bi israr be, dê Yekitiya Ewropayê ji pêkanîna bergiriyên li dijî Tirkiyê re amade be.

Têkildarî mijarê, dîplomatekî di Yekîtiya Ewropayê de ku cihê xwe di nava diyalogên daxuyaniya reşnivîsê de digirt, ji Reutersê re got: "Ev yek tenê kesên ku bi çalakiya nerewa re girêdayî ne armanc dike û ji ber pêwîstiya me bi hevkariya Tirkiyê di koçberî, NATO û têkoşîna terorê de heye, em hewl didin rewşê baş diyar bikin."

Diplomatîk wiha li axaftina xwe zêde kir: "Hin dewletên endamên yekitiyê di veguhastina enerjiyê de xwe dispêrin Tirkiyê, ji ber vê yekê divê em bi baladarî nêz bibin, lewma pêşbîniya tu cezayên aborî yên berfireh nekin."

Di milekî din de dîplomasiyan gotin nîqosiyayê der barê bikaranîna zimanekî tund di biryardayîna cezayan de hişyarî da.

Di vê der barê de, Yekitiya Ewropayê diyalogên beşdariya Tirkiyê nava yekitiyê ji mêj ve rawestandiye û danûstandinên bi armanca  xurtkirina yekîtiya gumrka di navbera wan de jî rawestandiye û Erdogan bi binpêkirên dermirovî tewanbar dike.

(eh)


Mijarên Din