Yekitiya Ewropayê rakirina Sûdanê ji nava lîsteya terorê erênî nirxand

Nûnerê bilind ê kar û barên derve û ewlekariya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell daxuyaniya serokê DYA’yê Donald Trump a derxistina Sûdanê ji lîsteya welatên ku piştgiriyê didin terorê, erênî nirxand.

Josep Borrell diyar kir ku niyeta DYA`yê ya ragihandî ku Sûdan ji nav lîsteya welatên ku piştgiriyê didin terorê derxin, xwedî girîngiyekê ye.

Her wiha Borrel li ser Twitterê têkildarî mijarê nivîsî û got ev gav Sûdanê di civaka navneteweyî û tevlêbûna wê di aboriya cîhanî de xurt dike.


Mijarên Din