Yekitiya Ewropayê êrîşên dewleta Tirk red dike

Komîteya rêveber a Yekitiya Ewropayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û tekez kir ku Tikriye eger bixwaze tev li yekitiyê bibe, divê li gorî siyaseta derve ya yekitiyê tev bigere.

Ajansa Reutresê ragihand ku komîteya rêveber a Yekitiya Ewropayê (YE) îro destnîşan kir ku eger Tirkiyê dixwaze tev li yekitiyê bibe, divê li gorî siyaseta derve ya yekitiyê tev bigere. Her wiha careke din êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin.

Berdevka komseriyê got: "Ji bo ku dewletek tev li Yekitiya Ewropayê bibe divê li gorî siyaseta derve ya yekitiyê tev bigere. Di vî warî de eger Tirkiye di hêviyên xwe de ji bo ku tev li yekitiyê bibe cidî ye, divê li gorî vê xetê bimeşe."

Îro piştî daxuyaniya serokê Komseriya Ewropayê Jean-Claude Juncker ku divê dewleta Tirk yekser êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawesîtine, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ê ku piştgiriya siyasî ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine gefa vekirina rê li pêşiya  penaberan ber bi Ewropayê ve li Ewropayê xwar, eger yekitiyê êrîşa Tirkiyê wek dagirkerî hesiband.

ANHA

 


Mijarên Din