Yekitiya Hilberîneran alîkariya xwendekarên Efrînê yên li Şehbayê dike

Yekitiya Hilberîneran a Helebê bi dirûşma "Bi pênûsa xwe bi ser dikevim" çente û pêdiviyên dibistanan, her wiha pêlav ji şagirtên seretayî yên li kampa Şehbayê re şandin.

Bi dirûşma "Bi pênûsa xwe bi ser dikevim" Yekitiya Hilberîneran a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hezar çenteyên dibistanê û pêdiviyên dibistanan ji pênûs û lênûskan, her wiha pêlav ji şagirtên seretayî yên Efrînê li kampên kantona Şehbayê re şandin.

Hevseroka Yekitiya Hilberîneran a Helebê Elîfê Eslan got wek hilberîneranên Helebê dest bi hemleya desteka şagirtên Efrînê yên li Şehbayê kirin û wiha domand: "Em ê bi dil û can bi wan re bin." 

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 40 hezar xwendekar ji xwendinê mehrûm kirin, piştî ku di 18`ê Adara 2018’an de dagir kir, lê xwendekaran careke din li kantona Şehbayê dest bi xwendina xwe kir, xwendekar zehmetî û azaran ji topbarana dagirkeriya Tirkiyê ya ser kantona Şehbayê dibînin.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ji bo pêşxistina rewşa perwerdeyê li kantona Şehbayê dixebite, komîteyê 65 dibistan vekirin ku pêşwaziya 13 hezar xwendekaran dike, her wiha peymangeha Viyan Amara ya Wêje û Rêzimana Kurdî vekir.

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din