Yekitiya Jinên Kurdistanê banga lidarxistina kongreya jinan a Kurdistanê kir

Endamên Yekitiya Jinên Kurdistanê girîngiya lidarxistina Kongreya Jinên Kurdistanê ji bo  yekkirina têkoşîna jinan anî ziman. Endamên Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê şaxê Helepçe, diyar kir ku divê hemû deste û rêxistinên herêmî û navdewletî ji bo rawestandina binpêkirinên dewleta Tirk, bikevin nava tevgerê.

Serdanên endanêm nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêma Kurdistanê ji sazî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê re dewam dikin.

Di çarçoveya serdan û hevdîtinan de nûnetiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyê li başûrê Kurdistanê serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê kir.

Li gorî buroya ragihandinê ya nûnertiya Rêveberiya Xweser li herêma Kurdistanê, şande ji endama desteya rêveber a nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêma Kurdistanê Silava Silêman, nûnera Kongreya Star Lîman Şiwêş û endama Kongreya Star Efaf Bîlal pêk hat.

Seroka Yekitiya Jinên Kurdistanê li Silêmaniyê Kafiye Silêman, endama yekitiyê Kenîr Abdullah şande pêşwazî kir. Di hevdîtinê de rewşa her çar parçeyên Kurdistanê bi giştî û pêşketinên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girîngiya lidarxistina Kongreya Jinên Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser diyar kir ku serkeftinên siyasî û leşkerî yên Rêveberiya Xweser bi saya kar û xebatên domdar ên ji meclisan de dest pê dike heta ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha bi beşdarbûneke xurt a jin û ciwanan û hemû pêkhateyên Sûriyê pêk hatin.

Her du aliyan tekezî bi xurtkirina têkiliyan di navbera saziyên Kurdistanê û bi taybetî saziyên jinan kirin û îşaret bi girîngiya lidarxistina Kongreya 3`emîn a Jinên Kurdistanê  ji bo yekkirina têkoşînê li çar parçeyên Kurdistanê kir.

Endamên yekitiyê jî îşaret bi destkeftî û serkeftinên Rêveberiya Xweser ruxmî derfetên kêm û êrişên dijwar ên di qada siyasî û leşkerî de, kirin.

HELEBÇE

Her wiha şandeyê serdana parêzgeha Helebçe li Başûrê Kurdistanê kir, di serdanê de şandeyê gerînendeya Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a herêma Kurdistanê- şaxê Helebçe Gulistana Osman û gerînendeya Buroya Têkoşîna Jinan Birhan Ehmed Ebdellah dît.

Gulistan Osman bixêrhatina şandeyê kir û girîngiya mîna van serdanan ji bo xurtkirina têkiliyan û karê hevbeş di navbera saziyên Kurdistanê de tekez kir û diyar kir ku ew rewşa şêniyên Rojava yên li parêzgeha Helebçeyê dişopînin.

Şandeya serdan di hevdîtina xwe de îşaret bi girîngiya parêzgeha Helebçeyê di aliyê dîrokî û Kurdistanî de kir û spasiya hatina desteyê kirin.

Her wiha her du aliyan rewşa ku herêmên dagirkirî rû didin û taybet kiryar û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ji kuştin û talankirinê û koçberkirina şêniyan ji warê wê nîqaş kirin, her wiha diyar kirin ku armanca dagirkeriya Tirk qirkirina Kurdan, guhertina demografiya herêmê û girîngiya tevgera hemû desteyan û rêxistinên herêmî û navneteweyî li pêşiya binpêkirinên Tirkiyê, kirin.

Şandeyê serdana Şaredariya Helebçeyê kir û şaredara Helebçeyê Gulîstan Ekrem Ferec dîtin, di serdanê de îşaret bi rola girîng a jinan di hemû qadan de kirin, her wiha îşaret bi girîngiya hevkariya di navbera şaredariyên herêma Başûrê Kurdistanê û Şaredariyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din