Yekitiya Kargehên Reqayê hate avakirin

Bi armanca avakirina yekitiya kargehên li Reqa û gundewarên wê û misogerkirina mafên karkeran 1’emîn Konferansa Damezrîner a Kargehan hate lidarxistin.

Îro, bi diruşma "Dest bi dest, kargehên xwe pêş bixin" 1’emîn Konferansa Damezrîner a Kargehan li Reqa û gundewarên wê hate lidarxistin bi avakirina Yekitiya Kargehan li Reqayê û gundewarên bi dawîkirin.

Di konferansa ku li hola El-Tac hat lidarxistin de, xwediyên tevahî kargehên Reqayê û gundewarên wê, endamên Komîteya Endustiriyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê, endamên meclisên herêmî û Sandîqaya Sozmendên Xebatên li Reqayê, amade bûn.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Dûvre bi navê Saziya Civaka Sivîl, endamê rêveber  Macid Ebdî axivî, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser krîzên ku bajarê Reqayê tê re derbas dibin û wiha domand: "Bajarê me bi xwîna şehîdan hate rizgarkirin, xwîna hemû pêkhateyên di ber vî welatî de tevlihev bû. Bi keda gelê xwe em bajarê xwe ji nû ve ava dikin. Hîn jî em li hemberî  plaên Osmanî û Sefewiyan ku hewl didin welatê me parçe bikin disekinin."

Di berdewama konferansê de ji bo avakirina Yekitiya Kargehên Reqa û Gundewarên Wê hilbijartin pêk hatin, di dawiyê de 5 endam, di nav de yek jin wekî rêveberên yekitiyê hatin hilbijartin.

Saziya Civaka Sivîl ev demeke kurt li Reqayê hatiye avakirin. Sazî li ser avakirina yekitiyan disekine û heta niha Yekitiya Cotkaran, Yekitiya Parêzeran, Yekitiya Endezyaran, Yekitiya Xebatkarên Tenduristiyê û Yekîtiya Neçîrvanên Masiyan ava kirine.

(fr)

ANHA


Mijarên Din