Yekitiya Lîberal a Kurdistanê Newroz pîroz kir

Yekitiya Lîberal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê Cejna Newrozê li tevahî gelên Arî pîroz kir.

Di daxuyaniya Yekitiya Lîberal a Kurdistanê de hate gotin: "Bi hezarên salan gelê Arî Cejna Newrozê pîroz dike. Gelê Kurd ê leheng li hemberî zulm û zordariyê li ber xwe dide. Kurd hêza xwe ji şoreşa Newroza qehreman û rêberê wê Kawayê Hesnkar digre yê ku bûye sembola kurdan û dengê azadiyê. Ji ber vê yekê piştî ku Efrîna birîndar ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin yekser ev sembola serfiraz bi destê çetayan hate rûxandin. Lê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê armanca sereke ya gelê me, tevgerên me yên siyasî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk e, ta ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê werin rizgarkirin.

Em di Yekitiya Lîberal a Kurdistanê de vê cejna leheng li tevahî gelên Arî pîroz dikin û ji gelê xwe yê Kurd re dibêjin ku rastî tu carî namire. Em soz dikin ku em ê bi şoreşa Newrozê û xwîna şehîdên Kurd re wefedar bikin. Em vê cejnê di serî de li malbatên şehîdan, her kurdek ji Gerîla, Pêşmerge, lehengên YPG û YPJ‘ê yên ku li hemberî dijminên me çek rakirine, pîroz dikin."


Mijarên Din