Yekitiya Rewşenbîran: 15`ê Tebaxê qonaxeke diyarker a dîroka gelê Kurdistanê ye

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Hesekê Bawer Can got Pêngava 15`ê Tebaxê dîrok û çarenûsa gelên Rojhilata Navîn guherandin. Her wiha diyar kir ku bîranîna şehîd û fermandarên pêngavê ferz dike ku li gorî keda wan bin û pabendî nirxên mirovî û nîştimanî bin.

Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê şaxê Hesekê bi boneya 15`ê Tebaxê îro li hola TEV-DEM`ê ya li taxa Til Hecer semînerek da. Bi dehan rewşenbîr, endamên navend û saziyên sivîl ên bajarê Hesekê beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de endamê Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê Bawer Can şehîdên azadiyê bi bîr anîn û behsa girîngiya erdnîgariya Kurdistanê û diyar kir ku ew dergûşa şaristaniyên mirovî ye û wiha got: "Ji demên berê de şerên împratoriyên ku erdnîgarî û cîhan xistibûn bin serweriya xwe, li ser erda wê hate kirin. Ew çavkaniya xêrên madî, manewî, zanist, fêrbûnê ye û ew cihê şerê împaratorî û dewletan e."

Bawer Can diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê rûmet û giyanê gelan vegerand, mirovahî û welatparêziya wan xurt kir û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker gelê Kurd gihand pêngava înkara rast.

Têkildarî fermandarê Pêngava 15`ê Tebaxê Egîd (Mahsûm Korkmaz) Bawer Can ev tişt anî ziman: "Mahsûm Korkmaz di hemû aliyên leşkerî û rêxistinî de şoreşger û fermandar bû. Pêngava 15`ê Tebaxê bi guleya wê ya destpêkê ku li dijî artêşa Tirk a dagirker teqand, dest pê kir. Pêngava 15`ê Tebaxê qonaxeke berbiçav a dîroka gelên Kurdistanê ye."

Bawer Can wiha axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bîranîna wan li ser me ferz dike ku li gorî keda wan bin û bi nirxên mirovahî û nîştimanî ve girêdayî bin. Ji ber şehîd nûnertiya hemû nirxên mirovahiyê dikin û divê em şopdarên rêya wan bin."

(bx)

ANHA


Mijarên Din