Yekitiya Rewşenbîran ji bo li darxistina komxebata yekrêziya kurdî amadekariyan dike

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Kobanê ji bo li darxistina komxebateke ku tê de hemû partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û welatparêz li hev kom dike, amadekariyan dike.

Komxebat di demeke ku bangên ji bo li darxistina kongreya Kurdistanê ku hemû aliyên siyasî yên Kurd li hev kom dike ji bo avakirina lêvegera siyasî ku nûnertiya helwesta kurdî bike, pêk hat.

Gelek paratiyên siyasî di nav de Çepa Kurd û Partiya Yekitî ya kantona Kobanê di hefteya çûyî de banga avêtina gavên cidî di pêvajoya çarenûsî di dîroka gelê Kurd de kirin, her wiha diyar kirin ku pêwîstiya yekitiya Kurd bi şertan tune ye.

Di vê çarçoveyê de Yekitiya Rewşenbîran a kantona Kobanê bang li partiyên siyasî yên Kurd "Partiya Çepa Kurd li Sûriyê (PÇKS), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PYDSK), Meclisa Niştîmanî Kurd (ENKS), Partiya Demokratîk Kurd li Sûriyê (PDKS), Partiya Demokratîk Pêşverû Kurd li Sûriyê (PDPKS) û kesayetên welatparêz" kir ku beşdarî komxebata ku dê di 11`ê Kanûnê de bê li darxistin, bibin.

Di komxebatê de li kêleka mijara sereke "Yekrêziya Kurd", gelek mijarên civakî, aborî û siyasî wê werin nîqaşkirin.

Yekitiya Rewşenbîran bi rêya komxebata xwe ku dê 2 rojan dewam bike, hewl didin rola girîng di pêkanîn û nêzkirina nêrînan ji bo atmosfêreke ji bo li darxistina kongreya taybet bi Rojava ava bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din