Yekitiya Suryan cejna Ekîto pîroz kir û tevahî kombûn û şahî betal kirin

Partiya Yekitiya Suryan cejna Ekîto li tevahî Suryanên li tevahî cîhanê, gelê Sûriyê û herêmê pîroz kir û ragihand ku tevahî şahî û kombûnên bi boneya cejnê ji ber parastina ji Koronavîrusê betal kirine.

Sibê (1’ê Nîsanê) cejna Ekîto ya sersala Suryan-Aşûrî ye ku gelê Suryan her sal pîroz dike û wek nîşaneya vejîna jiyanê li gorî çanda Suryanan e.

Îsal ji ber berbelavbûna Koronavîrusê (Covid-19) tevahî şahî bi rêya daxuyaniya nivîskî ku Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan weşandiye, hatin îptalkirin.

Daxuyaniya Partiya Yekitiya Suryan a têkildarî mijarê wiha ye:

"Cejna Ekîto sembola nûkirin, vejîn, jiyana nû û kevneşopa gelê me yê Suryan-Aşûrî ye.

Bi boneya Ekîto, cejna sersala Suryan-Aşûrî 6770 ku dikeve 1’ê Nîsanê, gelê me yê li tevahî cîhanê, gelên Sûriyê, bi taybet gelê herêmê pîroz dikin. Ji ber ku ev cejna dergûşa dîroka kevnare û dergûşa şaristaniyên ku bingeha pêşketina mirovahiyê di tevahî mecalên jiyanê de ye.

Rola şêniyên ‘di navbera her du çeman de’ ku tevahî cîhan bi zanist, zanîn, çand û şaristaniyê dewlemend kirine, ya sereke bû, jê jî mîrasa dîrokî ya cejna Ekîto. Sembol û baweriyên wê yên kevn in ku cejna kevnare ya dîroka mirovahiyê ye. Her wiha hê jî gelê me yê li tevahî herêmên li welat û derveyî wê, her salê pîroz dike.

Em wek Partiya Yekitiya Suryan soza vejandina sembolên vê cejnê yên vejandina ber bi jiyana nû ve da ku bi xwe re xêr, edalet, aştî û hedefên gelên Suryan, Aşûrî, Kildan ên li Sûriyê pêk bîne, nû dikin. Her wiha ev sembol bingehên têkoşîna me ya ber bi dewleteke xwe dispêre wekheviya di navbera şêniyan, pêkanîna azadî û demokrasiyê ne.

Serhişkiya rejîma Sûriyê, girêdayîna wê bi hakîmiyetê û serweriyê bêyî pêşkêşkirina  xwe tewandina ji daxwazên guncaw ên pêşdeçûna Sûriyê, her wiha nepêkanîna biryarên navdewletî yên bi hewldanên çareya aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga di navbera sûriyan de, hêmaneke sereke ya berdewama alozî û zêdekirina kûrkirina wê ye, bi taybet dema vebijêrka leşkerî wek çareya yekane li hember hemû kesên dijberî wê derdikevin. Ji lew re piştevaniya xwe ya çareya siyasî û diyalogê piştrast dikin da ku bigihîje çareya tevahî dosyayên bigirêk, jê jî formakirina destûra nû ya Sûriyê ku tevahî daxwazên gelê Sûriyê û berjewendiyên şêniyên wê yên avakirina Sûriyeke demokratîk a pirreng a nenavendî pêk tîne.

Cejna Ekîto ya îsal, di nava aloziyekê de ku tevahî cîhan ji ber berbelavbûna Koronavîrusê dûçar bûye, hat. Her wiha tevahî kombûn û şahiyên vê cejnê ji ber hişyarî û baldariya li ser parastina ji vê krîzê, hatin îbtalkirin. Li aliyekî din jî bang li tevahî şêniyên me yên li cîhanê dikin ku li gorî perspektîfên aliyên pêwendîdar ên fermî tev bigerin, her wiha ji hev re hevkar bin da ku vê krîzê têk bibin, mirovahiyê jê rizgar bikin. Bi hêviya şîfaya lezgîn a tevahî nexweşan."

fr


Mijarên Din