​​​​​​​Yekitiya Werzîşê ya Efrînê turunveya volebolê da destpêkirin

Bi dirûşmeya"Teqez em ê biserbikevin", Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê turnuveya voleybolê ya mêran da destpêkirin.

Turnuve li dibistana navîn a gundê Til Qerah a kantona Şehbayê dest pê kir.

Tîmên beşdarî dewriyeya mêran bûne ev in;  Şêrawa, El-Maahid, KPC-D, Sînan, Rojhat, Şebîbê (Ciwan), Egîd, Berxwedan û Serdem, Nexweşxaneya Avrîn, Yekîtî.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamê Yekitiya Voleybolê ya herêma Efrînê Mehmûd Nasan axivî û got: "Bi dirûşmeya 'Teqez em ê biserbikevin', îro turnuveya voleybolê ya mêran hate destpêkirin, ji hemû tîmên ku beşdar bûne ku xwedî rihekî sporane bin û vê werzîşê pêş bixin."

Paşê maşa yekemîn a turnuveya hate destpêkirin. Tîmên Nexweşxaneya Avrîn û Şêrawa lîstin, tîma Nexweşxaneya Avîn bi 3 nuqteyan li hemberî yekê bi ser ket.

Her wiha tîmên El-Maahid û KPC-D li hemberî hev lîstin, di encamê de El-Maahid bi 3 nuqteyan li hemberî 2 bi ser ket.

Maça sêyem jî di navbera tîmên Serdem û Sînan de bû û tîma Serdem bi 3 nuqteyan li hemberî 1 bi ser ket.

Maça dawî ya roja yekemîn di navbera tîmên Yekitî û Rojhat de bû û tîma Rojhat bi 3 nuqteyan li hemberî 0 bi ser ket.

Maçên turunveyê dê her roja înê werin lîstin,tê payîn ku turnuve 27`ê Gula 2021`ê bi  dawî  bibe.

(eh)

ANHA


Mijarên Din