Yekitiya Êzidiyan Mam Zekî Şengalî bi bîr anî

Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê Zekî Şengalî di salavgera 1’emîn a şehadetê wî de bi bîr anî û got: "Têkoşer Mam Zekî ji kurdên ku koletî û îhanet qebûl nedikir."

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Îsmaîl Ozden "Mam Zekî Şengalî" di 15’ê Tebaxa 2018’an de dema ji merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya Koçoyê ya li nêzî geliyê Şêlo vedigeriya di bombebarana asîmanî ya dewleta Tirkiyê de şehîd bûbû.

Bi vê boneyê Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê îro daxuyaniyeke ji raya giştî re parve kir. Daxuyanî wiha ye:

Di ser me re salvegera 1’emîn a şehadeta têkoşer Zekî Şengalî yê ji hêla çeka asîmanî ya Tirk ve hatiye hedefkirin, derbas dibe. Tirkiyê piştî agahiyên xwe ji xwediyên nefisxirab ên ku bi koletiyê qebûl kirin û fermanên dijminên gelê Kurd pêk tînin wergirtin, Mam Zekî kir hedef.

Têkoşer, di 5‘ê Tebaxê de roja avêtina guleya yekemîn a ji aliyê fermandar Mahsûm Korkemaz ve li dijî dagirkeriya Tirk li Kurdistanê hate hedefgirtin. Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk jiyanê ji kurdan re li ku derê dibe bila bibe naxwaze. Kurd li ser dengê guleyê hişyar bûn û çekan rakirin da ku jiyan û rûmeta ku dagirkeriya Tirkiyê jê standiye, vegerîne.

Têkoşer Mam Zekî ji kurdê ku îhanet û koletî qebûl nedikirin, bû. Tevî ku berpirsê malbatê bû û di hewaya kêfxweşiyê de li Ewropa jiyan dikir. Lê belê hemû tişt li pey xwe hişt û tev li şoreşgeran li ser çiyayên Kurdistanê bû, da ku ji gelê xwe re azadî û rûmetê vegerîne.

Diyar e hezvanên dovik û kole, tiştê ku Mam Zekî û hevrêyên wî ji bo gelê xwe kirine, ne li gorî wan bûn. Ji lew re bi dagikeriyê re bûn alîkar(mîna kurd her şoreşê de) da ku şoreşê vemirînin. Agahiyên der barê cihê Mam Zekî de dan balafirên Tirkiyê.  Ew jî di roja bîranîna komkujiya Koçoyê de û bi rasthatina roja vejîna kurdî pêk hat. Bi wê re jî kole gihaştin armancên xwe yên qirêj. Têkoşer Mam Zekî Şengalî şehîd bû. Li dora wî pêşmergeyên nîştimanî, gerîlayên qehreman, YPG’ê û hwd li derdora wî kom bûn.

Lê kesên Mam Zekî kiriye hedef ji bîr kirin ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bi şehadeta têkoşerekî yan jî fermandarekî xemgîn bibe jî lê nakeve astengiyan. Ji ber ku tevgereke pişta xwe dide fermandariya kom û xebata komînal.

Em Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê berpirsyariya şehadeta Mam Zekî, digirin ser DYA’yê ku esîmanê Iraqê kontorl dike, hikumeta navendî û hikumeta Herêma Kursitanê ku li ser Şengalê bi nakok in. Tiştên ku têkoşer Zekî Şengalî ji civaka Êzidî re pêşkêş kirine giranbinan in. Her wiha Rêbertiyê dîrokî yê gelê me Rêber Abdullah Ocalan girnîgiyeke mezin dide êzîdiyan. Êzidî di serdema nûjen de care yekemîn ku derdikevin pêş û girîngiyê dibînin. Ji ber ku berê tevahî ji bo tunekirina ola Êzîdî di pêşbirkê de bûn.

Mam Zekî Şengalî di salvegera şehadeta we de em dibêjin: Bê xem raze. Hevrê û şagirtên te tol ji rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ya ku Erdogan destek didan wê da ku da ku Împratoriya Osmanî vejîne, hilda. Xewna rêxistinê, piştgir û alîgirên wê têk bir. Hê jî hevrê û şagirtên we li her derê dewleta dagirker a Tirk têk dibin.

Dilovanî ji şehadeta we re. Hûn û hevrêyên wedi wijdanên me de nemirin."

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din