Yekitiya Êzidiyan: Piştî fermanan me ronahî di fikrên Ocalan de dît

Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan kolekirina gelên azadîxwaz armanc dike.

Bi boneya salvegera 21`emîn a Komploya Navneteweyî îro Yekitiya Êzidiyan li kantona Şehbayê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em di serdemekê de ne ku ku tevahî cîhan banga azadî, demokrasî û mafên gelan ên diyarkirina çarenûsa xwe dikin. Lê belê tiştê ku li cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn diqewime, tersî vê yekê dide xuyakirin."

Di daxuyaniyê de her wiha hedefgirtina Ocalan wek hedefgirtina azadî, demokrasî û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê û komployeke xirab li dijî mirovahiyê hat binavkirin û hate destnîşankirin ku aliyên komplo pêk aniye, kolekirina gel û neteweyan û tunekirina mirovahiyê armanc dikin.

Yekitiya Êzidiyan komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bi kiryarekî xirab li dijî mirovahiyê û bi taybetî li dijî civaka êzidî ku piştî fermanan ronahî di fikrên Ocalan de dît, hesiband.

Daxuyanî bi sloganên "Bê serok jiyan nabe”, “Bijî biratiya gelan” û “Şehîd namirin" bi dawî bû.

(cx)

ANHA


Mijarên Din