Yekîtiya Civaka Sivîl banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê kir

Yekîtiya Civaka Sivîl a Herêma Efrînê bi dirûşma "Ji bo zarokên me kelûpelên Tirkiyê boykot bikin" bang li tevahî gelan kir ku kelûpelên Tirkiyê boykot bikin.

Yekîtiya Civaka Sivîl a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê bang li şêniyan kir ku tev li hemleya boykotkirina kelûpelên Tirkiyê bibin.

Bi dehan endam, rêveberên Yekîtiya Civaka Sivîl, endamên Kongreya Star û mamosteyan li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kom bûn û tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Her wiha pankartên bi naivîsên "Ji bo zarokên me kelûpelên Tirkiyê boykot bikin, aboriya Tirkiyê dibe gule û bombe û zarokên me  dikujin û boykotkirina kelûpelên Tirkiyê erkekî exlaqî, mirovî û netewî ye" hatin hildan.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Yekîtiya Civaka Sivîl Gulê Cafer ve hat xwendin.

Daxuyanî Yekitiya Civaka Sivîl a Herêma Efrînê wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker hê jî li dijî gelê Sûriyê sûcên şer didomîne. Rêxistinên herî terorîst ku Tirkiyê perwerde  û bi çek kiriye da ku ji wê re bibin hêza pêkanîna xewin û xeyalên osmaniyan li dijî şêniyên sivîl bar tîne. Her wiha hemû çek û balafirên herî pêşketî bikar tîne. Dema ku dewleta Tirk a dagirekr li pêşiya berxwedana şervanên me têk çû, dest bi karanîna çekên qedexekirî kir. Li dijî şêniyan fosfora spî bi kar anî, sivîl, siyasetmedar, rojnamevan û tîmên tenduristiyê hedef girtin.

Em wek civaka sivîl divê li hember kiriyarên hovane yên dewleta Tirk bê deng nemînin. Divê hemû bi erka xwe ya niştîmanî di binxistina aboriya Tirkiyê de tev bigerin, da ku dewleta Tirk neçar bikin ku êrişên li dijî gelê me rawestîne.

Em bang li dewlet û gelên cîhanê dikin ku kelûpelên Tirkiyê boykot bikin. Ji ber aboriya  wê dibe gule, bombe û zarokên me dikujin. Li şûna kelûpelên Tirkiyê, kelûpelan ji dewletên hevalbend bigirn. Dewletên ku di êrişên dewleta Tirk de destek dan me. Divê dirûşma me "Ji bo zarokên me kelûpelên Tirkiyê boykot bikin" be.

Di dawiyê de dirûşmên silavkirina berxwedan û yekitiya gelan hatin berzkirin.

Piştî daxuyaniyê, endaman kelûpelên Tirkiyê ji (Cil, madeyên xwarinê û madeyên tendirûstiyê) şewitandin. Paşê biroşûr li xwediyên dikanên bazirganiyê, ajokaran û her wiha li şêniyan belav kirin, da ku kelûpelên Tirkiyê boykot bikin.

Yekîtiya Civaka Sivîl dê hemleya boykotkirinê li navçeyên Şêrawa, Til Rifat û Ehresê jî berdewam bike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din