Yekîtiya Ewropayê dê cezayan li şîrketên ku biryara qedexekirina çekan li Lîbyayê binpê kirine bibire

Du dîplomatan ji AFP`ê re dane zanîn ku tê payîn Yekîtya Ewropayê dê li sê şîrketên Tirkiyeyê, dewletek Ereb û Kazagistanê cezayan bibire  û ew bi pinpêkirina biryara Neteweyên Yekbûyî ya qedexekirina rêkirina çekan ji bo Lîbyayê tewanbar kirin.  

Yekîtiya Ewropayê ji bo pêkanîna biryara qedexekirina çekan û komkirina agahiyên istîxbaratî ji bo aliyên ku vê  biryarê binpê dikin, li berava Lîbyayê  operasyona Irini destpê kir.

Balkêş e ku dewleta Tirk yek ji aliyên herî zêde piştgiriya hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê bi çekan û çeteyan dike.

Dîplomatekî ji AFP`yê re diyar kir ku ev ceza sivik in, lê bi bandor in û destnîşan kir ku ev ceza weke nameyekê ye.

Birîna cezayan li şîrketa Tirkiyê dê aloziya di navbera Enqere û Yekîtiya Ewropayê de ku li rojhilatê Deryaya Spî ji ber mijara petrol û gazê derketiye, wê kûrtir bike.

Li gorî cezayan ev şerîket dê bikevin lîsteya reş û li Yekîtiya Ewropayê  werin rawestandin. Tê payîn di civîna ku dê roja duşemê li Brokselê ji aliyê wezîrên  derve yên Yekîtiya Ewropayê ve were lidarxistin, ceza werin erêkirin.

(oh)

ANHA


Mijarên Din