Yekîtiya Ewropayê niyet dike ku demê cezayên li ser hikumeta Sûriyê ferz kiriye, dirêj bike

Berpirsên Yektiya Ewropayê destnîşan kir ku yekîtî niyet dike ku cezayên li ser hikumeta Sûriyê ferz kiriye, dirêj bike.

Berpirsek ewropî yê peyabilind îro li Brukselê ji rojnamegeran re ragihand ku dirêjkirina dema cezayan li dijî hikumeta Sûriyê dê peyamek xurt bide hikumetê ku tundiya heyî, paşdeçûna rewşa mirovî û bikaranîna çekên kîmyawî nayên qebûlkirin.

Berpirsê ku nexwest navê xwe eşkere bike banga vedîtina çareseriyek siyasî ji aloziya Sûriyê re kir.

Her wiha berpirsek din ji desteya karûbarên derve di Yekîtiya Ewropa de, ji ajansê re got, dirêjkirina dema cezayan dê di demek nêz pêk bê.

Yekîtiya Ewropa ji 2011`an ve ceza li ser hikumeta Şamê ferz kirine. Derxistina petrola Sûriyê, enerjî û berhemên petrolê qedexe kirine. Her wiha qeyd li ser îstîsmaran ferz kirine, pereyên di banka Sûriyê ya navendî de cemidandin. Bazirganiya teknelojî û enternetê bi desthilatên Sûriyê re qedexe kirine.

Her wiha yekîtiyê 255 kes û 67 hêzên Sûriyê xistin nav lîsteya xwe ya reş.

(şx)


Mijarên Din