Yekîtiya Hemşîre û Xebatkarên Tenduristiyê ya Reqayê hate avakirin

Bi dirûşmeya "Tenduristî û saxlemî armanca me ya sereke ye" îro Konferansa yekemîn a avakirina Yekîtiya Hemşîre û Xebatkarên Tenduristiyê ya Reqayê hate lidarxistin.

Konferans bi beşdarbûna xebatkarên tenduristiyê, hemşîre, dermanfiroş, bijîjk û endamên Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê li Hola Tac a navenda bajêr hate lidarxistin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê ji rêveberên saziyên civaka sivîl Macid Ebdî axivî û got: "Di encamên şerê ku li herêmên rû dide gelek dever hatin wêrankirin, ji me tê xwestin ku em bajarê xwe di her aliyan de pêş bixînin, bi taybet di warê tenduristiyê de."

Macîd her wiha anî ziman ku bi saya şehîdan herêm hat rizgarkirin û wiha domand: "Bi saya xwîna şehîdan em di nava aramiyê de ne û me ev civîn li dar xist. Armanca me ya ji vê konferansê ew e ku hemû xebatên tenduristiyê di bin sîwanekê de werin bi rêxistinkirin û warê tenduristiyê pêş bixin da ku rola xwe ya xizmeta civakê pêk bîne."

Piştre jî rêziknameya yekîtiyê ji aliyê hemşîre Esker El-Esker ve hate xwendin û deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin.

Piştî erêkirina rêziknameyê ji aliyê beşdaran ve, ji bo hilbijartina endamên yekîtiyê 11 kes hatin hilbijartin, di nav de Kamila El-Mişrif û Esker El-Esker wekî hevserokên Yekîtiya Hemşîre û Xebatkarên Tenduristiyê ya Reqayê hatin hilbijartin.

ANHA


Mijarên Din