​​​​​​​Yekîtiya Kedkaran 30 werşeyên karkeran li embarên Hesekê belav kirin

Yekîtiya Kedkaran a kantona Hesekê 30 werşe ji bo karkeran ava kir. Ew werşe li embaran belav kirin. Li aliyek din Desteya Aborî bi koordîneya Komîteya Kadkeran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîsteya destheqên karkeran derxistin.

Komîteya Kadkeran a kantona Hesekê di 1`ê Gulana 2016`an de hate vekirin. Komîteyê bi destpêkirina mewsima çinîna îsal re werşeyên kar ji barbiran (hemal) ên bêkar ji tevahiya pêkhateyên herêmê ava kirin.

Her wiha komîteya Kadkeran di civîna xwe ya di 25`ê Gulana 2020`an de komîteyek berpirsê barbiriyê (hemaliyê) ji 6 kesan ava kir. Ev komîte xebatên werşeyên karkeran li tevahiya embaran û serokên werşeyan dişopîne.

Di heman civînê de 22 werşe hatin avakirin. Her werşeyek ji 7 heya 10 endaman pêk tên. Ev werşe li tevahiya embarên hatin belavkirin. Jê navenda Xiwêran 8 werşe, navenda Til Hecer 6 werşeyên taybet ên dokma, navenda Mihlece 8 werşe da ku tevahiya çiwalan ji kamyon û erebayan bar bikin. Tevî ku 8 werşeyên yedek amade kirin.

DESTEYA ABORÎ Û ÇANDINIYÊ YA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DESTHEQÊN KARKERAN  DIYAR KIR

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî civîna xwe bi Yekitiya Karkeran li tevahiya herêmê di 17-5-2020`an de, destheqên karkeran di mewisman de diyar kirin.

Desteyê wiha destheqên karkeran diyar kirin; barkirina çewalên genim û ceh 200 lîreyên Sûriyê ji bo her tonekê. Barkirina hilberînê bi rêbaza dokma bê hebûna amûra rakêşê ya hîdrolîkî 25 hezar lîreyên Sûriyê ji bo her tonekê. Barkirina hilberînê bi rêya dokme lê ji wesayîtên ji kamyonê biçûktir bê hebûna amûra rakêşê ya hîdrolîkî 12 hezar û 500 lîteyên Sûriyê ji bo her tonekê.

Barkirina hilberînê ji erebeyên ji cureyên Isuzu, Kia bê hebûna amûra rakêşê ya hîdrolîkî bi hezar û 500 lîreyên Sûriyê ji bo her tonekê. Barkirina hilberînê ji kamyonên mezin ên ku ji du erebeyan pêk tên, bi rêya rakêşê ya hîdrolîk 7 hezar û 500 lîreyên Sûriyê ji her tonekê re. Barkirina zeviyan ji kamyona biçûk bi rêya rakêşê ya hîdrolîkî bi 3 hezar û 500 lîreyên Sûriyê ji her cureyekê re.

PARASTINA KARKERAN

Yekitiya Karkeran xebatên xwe ji tevahiya karkerên endamên yekitiyê ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêşkêş dike û wan birêxistin dike. Her wiha mafên wan diparêze. Tevahiya pirsgirêkên wan çareser dike û zehmetiyên jiyanê li wan sivik dike. Rê li pêşiya bikaranîna xwediyên kar ji wan re digire. Yekitiyê bi koordîneya bi Yekitiya Bijîşkan re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kertên tenduristiyê li wan belav kir.

Kemal Elî hevserokê Yekitiiya Kedkaran a kantona Hesekê ji ANHA`yê re axivî û bang li tevahiya karkerên bêkar kirin ku tev li sandîqayên wan bibin. Da ku mafên wan biparêzin û kar ji wan re peyda bikin ji bo ku zehmetiyên jiyanê li wan sivik bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din