Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salê bidawî kir

Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salê bi hilbijartina koordînasyona yekîtiyê û erkdarkirina komîteya amadekirina rêziknameya yekîtiyê bidawî kir.

Bi dirûşmeya `Bi yekitiya Mamosteyan em ê yekîtiya gelan ava bikin`, Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya yekemîn li akademiya şehîd Egîd li bajarê Hesekê lidar xist.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger û bi dehan endamên Yekîtiya Mamosteyan a bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger axivî û behsa rewşên siyasî li herêmê kir.

Zelal wiha got: "Em niha di pêvajoya şerê cîhanê ya sêyemîn re derbas dibin. Ev şer bandor li tevahiya gelên herêmê dike. Navenda vî şerî li Sûriyê ye. gelê Sûriyê ji tevahiya gelên din bi vî şerî bandor dibe."

Zelal di nav gotinên xwe de got dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên xwe şandin herêmê. Wê bi hinceta vegerandina penaberan herêmên ser sînor dagir kirin da ku tevahiya herêmê dagir bike. Zelal desnîşan kir ku ew penaber ne xwediyê axa Serêkaniyê û Girê Spî yên resen in.

Di dawiya axaftina xwe de Zelal Ceger got: "Ji gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwestin, asta berxwedanê mezin bikin. ji ber ku şer bi dawî ne bûye û wek gel divê em rûmet, maf û axa xwe biparêzin. Rûsya rola di danûstandinên me bi rejîmê re de jê tê xwestin neanî cih. Em di danûstandina bi rejîmê re bi israr in. Da ku Sûriyê bibe ya hemû pêkhateyên wê. "

Civîn bi xwendina raporên salê yên yekîtiyên mamosteyan ên tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam kir. Piştre rewşa rêxistinî, çalakiyên yekîtiyan, pirsgirêk, astengî û pêşniyarên di raporan de hatine bibîrxistin, hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaşên berfireh, Yekitiya Mamosteyan civîna xwe bi hilbijartina koordînasyona yekitiyê ji 22 endaman bi dawî kir. Endamên koordînasyonê ji hevserokên yekitiyên Bakur û Rojhilatê Sûiyê pêk hat. Her wiha hevserokatiya yekîtiyê hate hilbijartin.

Di dawiya civînê de komîteyek ji bo amadekirina rêziknameya Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate erkdarkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din