Yekîtiya Parêzeran: Ewlehiya neteweyî li ser enqazên bajarên wêrankirî û cenazeyan ava nabe

Yekitiya Parêzeran a Minbicê got dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêgezên maf û qanûnên navdewletî yên herî besît û serdestiya dewletan binpê dike. Her wiha teqez kir ku ewlehiya neteweyî li ser enqazên wêrankirî, cenazeyên sivîlan û komkujiya bi fosforê nayê avakirin.

Nerazîbûnên li dijî êrişên artşa Tirk a dagirker bi hevkariya çeteyên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna komkujiyan liser sivîlan de û binpêkirina qanûnên navdewletî berdewam in.

Girêdayî wê Yekîtiya Parêzeran a Minbicê û gundewarê îro daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî ji hêla hevserokê yekitiyê Ebdulatîf Harûn ve li ber avahiya Edaleta Civakî hate xwedin.

Di daxuyaniyê de yekîtiyê sekreterê giştî yê NY`î Antonio Guterres, rêxistina mafên mirovan, rêxistina efû ya navdewletî, Yekîtiya Ewropayê û konseya aştiyê ya cîhanî muxeteb girt û got dewleta Tirk a dagirker bi tevahiya cureyên çekan û balafirên şer êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan herêmên Rêveberiya Xweser kir bi hinceta parastina ewlehiya xwe.

Yekîtiyê diyar kir ku dewleta Tirk bi êirşên xwe û binpêkirinên hovane ji qetilkirina sivîlan, pêkanîna komkujiyan, bikaranîna çekên qedexekirî, lîstina bi cenazeyên sivîlan mîna şehîd Hevrîn Xelef û kadroyên sivîl ên ku çek ranakin, qanûnên navdewletî, rêgezên mafan û serdestiya dewletan binpê kirin. Yekîtiyê pirsî kengî ewlehiya neteweyî li ser enqazên bajarên wêrankirî, cenazeyên sivîln û komkujiyên bi çekên qedexekirî mîna fosforê ava dibe.

Yekîtiya di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ruxmî bangawaziyên navdewletî lê dewleta Tirk êrişên xwe didomîne û cihên stratejîk dike hedef mîna depoyên avê ya ku di encamê de zêdetirî 500 hezar kes bê av ma. Her wiha nahêle tîmên Heyva Sor pirsgirêkê çareser bike ji bo ku avê bighîne sivîlan.

Her wiha yekîtiyê teqez kir ku Hêzên Sûriye Demokratîk ji kêliyên destpêkê ve gelên herêmên û destkeftiyên ku bi destxistina di çarçoveya mafê parastina rewa parastin.

Yekîtiyê di daxuyaniyê de balkişand ser lihevkirinên girêdayî agirbestê di navbera dewletên mezin de lidarketine lê dewleta Tirk rojane êrişên xwe li ser herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên Sûriyê didomîne.

Di nav daxuyaniyê de yekîtiyê diyar kir ku ji baweriya Rêveberiya Xweser û sîwana wê ya siyasî Meclisa Sûriye Demokratîk, bi yekîtiya axa Sûriyê û çaranûsa hevbeş a pêkhateyên gelê Sûriyê, bi hikumeta Sûriyê re hate lihevkirin û kordînekirin ji bo ku van êrişan bişkînin û sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin. Lewra artêşa Sûriyê li ser dirêjahiya sînorên Sûriyê bi Tirkiyê re bi sponseriya Rûsya belav bûn. lê ev nayê wateya dûrxistina rola Hêzên Sûriye Demokratîk di sekinandina li hember êrişên Tirkiyê de.

Di dawiyê de yekîtiyê berxwedana gelên herêmên silav kir û diyar kir ku wek rêxistinên civaka sivîl di serî de parêzeran, bang li deste, rêxistinên navdewletî, rêxistinên civaka sivîln kirin ji bo ku li rex azadiya gelan bi sekinin, êrişan şermezar bikin, hewl bidin komkujiyên li ser gelên herêmê têne kirin rawestînin û rewabûnê nedin hêzê wek çareseriya nakokiyan di navbera dewletan û gelan de.

(şx)

ANHA


Mijarên Din