Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê nivîskar Xelîl Kalo bi bîr anî

Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê salvegera 4’emîn a nivîskar Xelîl Kalo li naveçya Tirbespiyê bi bîr anî.

Bi beşdariya bi dehan şênî, gelek nivîskar, helbestvan û rewşbîran, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê salvegera 4’emîn a nivîskar Xelîl Kalo bi merasîmekê bi bîr anî. Merasîm li gundê nivîskar ê Dêrona Qelenga yê navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo hat lidarxistin.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre nivîskar Bradost Mîtanî bixêrhatina beşdaran kir û li sr tecrûbeya têkoşerî ya ku nivîskarê kurd Xelîl Kalo ku pêk aniye, axivî. Her wiha li ser çawa jiyana xwe û pênûsa xwe xistiye xizmeta gelê xwe û bi sedema wê di gelek lêpirsîn, îşkence û girtinan re derbas bûye jî nîqaş kir. Li rex van hemû kiryarên ku bi serî wî hatine jî, helwesta xwe yek bû û heta dawiya jiyana xwe têkoşiya. Da ku rêzdarî ji jiyana wî têkoşeriyê re bê dayîn, ji hêla YPG’ê asta şehdaeta serbilindî wergirt.

Bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rêveberê partiyê yê navçeyê Tirbespiyê Silêman Bedir axivî û sersaxiya malbat şehdî û hevrêyên wî xwest. Her wiha tekez kir ku di dirêjahiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahiyan berpirsiyariya parastina şoreşê hilda ser milê xwe. Para nivîskarê kurd Xelîl Kalo jî ji hêla têkoşîna fikrî û piştevaniya şoreşê bi rêya pênûs û fikra xwe, ya mezin bû. Her wiha bû yek ji sembolên nivîskarê şoreşê û daxwazvanên azadiya civakê.

Merasîm bi pêşkêşkirina gelek hevlbestvan û nivîskarên Kurd, gotinên li ser nivîskar Xelîl Kalo bi dawî bû.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din