Yekîtiya Suryan bi boneya salvegera 104`an a Seyfo daxuyanî da

Bi boneya salvegera 104`an a komkujiyên Seyfo ya ku dewleta Osmanî li ser gelê Suryan pêk anî, Partiya Yekîtiya Suryan şehîdên komkujiyê bi bîr anî. Yekîtiyê bang li civaka navdewletî kir ku neviyê Osmaniyan ê ku siyaseta qirkirinê li ser gelan didomîne darizînin.

15`ê Hezîranê salvegera 104`an a komkujiya Seyfo ya ku dewleta Osmanî li ser gelê  Suryan pêk aniye. Bi minasebeta salvegera komkujiyê Partiya Yekitiya Suryan daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye;

“Beriya sed û 4 salan dewleta Osmanî yekemîn û mezintirîn qirkirina di serdema 20`an de li ser gelên Sruyan, Aşûr, Keldan, Ermen, Yûnan pêk anî. Di encamê de derdora 3 milyon kes ji wan gelan bi hincetên olî ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî, aborî û guhertina demografiya herêma di navbera her du çeman û Anadol de hatin kuştin.

Ev komkujî ji navîna serdema 19`an heya Nîsana 1915`an dirêj kir. Wê demê desthildarî mijulbûna cîhanê bi şerê cîhanê yê yekemîn bi kar anî  û dest bi komkujiyan li herêmên ku gelê Suryan, Aşûr û Keldan lê heyî kir. Di encamê de 750 hezar kes hatin kuştin di nav de jin, mêr û zarok tevî koçberkirina bi sed hezaran.                   

Ev komkujî wek sûcek li dijî mirovahiyê tê hesibandin û îro bi talî em bi bîr tînin. Ya ku êşa me zêde dike ew e ku kujer hîna sûcê xwe înkar dikin, li gel civakek navdewletî pêşketî û tevî hebûna qanûnên navdewletî. Neviyê Osmanî yê ku AKP nûnertiya wî dike qanûnên navdewletî binpê dike û hewl dide desthilatdariya Osmanî vegerîne.

Di têkoşîna me de doza Seyfo dozek bingehîn e. Di rêya wê de gelê me gelek zirar dît. Divê em hewl bidin ku dewleta Tirk bi komkujiyên ku kirine li xwe mikur were. Ji ber ku eger wisa nebû, rê li pêşiya wê tê vekirina da ku komkujiyên din pêk bîne. Em bang li NY`î dikin ku rola xwe ya cîhanî di bicihanîna edalet û aştiyê de di navebera gelan û neteweyan de li gorî qanûnên xwe bilîze. Her wiha komkujiyên ku rû dane wek qirkirinek nijadî bihesbîne û mafên gelên bindest ji komara Tirkiyê bistîne.

Têkoşîna gelê me heta niha rolek bingehîn di bidestxistina vê îtîrafê ji gelek dewletan lîstiye. Têkoşîna me heya em bighêjin armanca xwe berdewam e. Ji bo wê armancê destpêkê em banga yekrêziya ked di navbera saziyên gelê me de dikin û piştre bi gelên din re ji Ermen, Yûnan El-Bontis bibin yek , ji ber ku êş û doza me yek e û divê em li gorî berpirsyariya dîrokî tevbigerin.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din