Yekîtiya Suryan: Divê civaka navdewletî der barê derxistina Tirkiyê ji Sûriyê de,tev bigere

.Partiya Yekîtiya Suryan bang li civaka nadewletî kir ku li dijî siyaset û planên dewleta Tirkiyê ku piştevaniya sereke ya terorê li Sûriyê ye, tev biger û her wiha banga derxistina dewleta Tirk tevî hemû hêzên wê ji xaka Sûriyê kir.

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Partiya Yekîtiya Suryan daxuyaniyek da û tê de bang li civaka navdewletî kir ku li dijî palên Tirkiyê tev bigere.

Daxuyaniya Partiya Yekîtiya Suryan wiha ye:

"Ji beriya çend rojan ve dewleta Tirk û komên  girêdayî wê, êrişî herêmên Til Temir û gundên derdorê kir. Piraniya şêniyên van gundan gelên Asûr û Suryan in. Êdî rewşa wan di xetereyê de ye û heke êriş zêdetir bibin, muhteml e der heqê gelên me û gelên din ên li herêmê komkujî pêk werin. Ji lewre bang li DYA`yê û Yekitiya Rûsyayê yên ku hevpeymanên agirbestê mohrkirine, dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin û êrişên li ser van herêman rawestînin.  Her wiha jî bêdengiya Amerîka û Rûsyayê der barê êrişan de teşwîqkirin e û piştevaniyê ji bûyerên ku bi serê gelê xiristiyan de ji qirkirin û koçberkirinê yên ji hêla komên çete ve dê pêk werin de, dike. 

Li beramberî van êrişan, bang li hemû gelên xwe dikin ku piştgirtiyê bidin QSD`ê û artêşa Sûriyê ku parastina xak û gelên li herêma Til Temir ji wan terorîstan dikin. Her wiha jî bang li civaka navdewletî dikin ku li dijî siyaset û planên Tirkiyê bi der bikevin, ji ber piştevanê sereke ya terorîstên li Sûriyê ye. Di heman demê de divê dewleta Tirk hêzên xwe ji xaka Sûriyê vekişîne, ji ber hêzên Tirkiyê xaka Sûriyê ji xwe kiriye cihê vehewandina hemû terorîstan. Nîşana vê yekê jî hebûna serçeteyên koma DAIŞ`ê li herêmên di bin serweriya wan de ye."

(eh)

ANHA


Mijarên Din