Yekîtiya Werzîşê ya gundewarên Dêrazorê hate avakirin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi armanca avakirina Yekîtiya Werzîşê kongorya xwe ya yekemîn bi dirûşmeya "Werin em kom bibin û bi werzîşê bi pêşkevin" li dar xist.

DÊRAZOR

Endamên Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif, endamên Mala Jin, nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Dêrazorê, ciwanên Dêrazorê û şandeyên ji herêmên Bakurê Sûriyê beşdarî kongrê bûn.

Kongrê li bajaroka Kisratê yê gundewarê rojavayê Dêrazorê hate lidarxistin. Cihê kongrê bi wêneyên şehîdan û tîmên werzîşê yên gundewarên Dêrazorê hatibû xemilandin.

Kongrê bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştre bi navê Meclisa Sivîl a Darazorê hevserokê meclisê Xesan El-Yûsif, bi navê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê desteyê Mehmûd El-Beşîr, bi navê Meclisa Zagonsaz cîgirê hevserokatiyê Ziyab El-Cîlat û bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê endamê partiyê Saîr El-Ebedir axivîn.

Kesên axivîn lidarxistina kongrê pîroz kirin û hate gotin, lidarxistina kongreyê di dema ku çeteyên DAIŞ‘ê li bargeha xwe ya dawî tine dibin, wekî gaveke girîng bi nav kirin.

Axaftivanan rola ciwanan di rêxistinkirina civakê di her aliyan de pîroz kirin û avakirina Yekîtiya Weerzîşê gaveke mezin e ku ciwan dîsa li werzîşê vegerin, piştî ku çeteyên DAIŞ‘ê qedexe kiribû.

Ji bo birêvebirina kongrê endamên dîwanê ji 5 kesan hatin hilbijartin. Paşê jî di navbera beşdaran de nîqaş û pêşniyar li ser çawaniya pêşxistina werzîşê li gundewarên Dêrazorê derketin pêş.

Di berdewama kongrê de rêziknameya Yekîtiya Werzîşê hate xwendin û bendên wê hatin şîrovekirin. Rêzikname ji aliyê piraniya delegeyan ve hate erêkirin.

Piştî erêkirina rêzikanameyê dengdan pê hat. Di encamê de 20 ciwanê di nav de hevserok wekî encamên Yekîtiya Ciwanan a gundewarên Dêrazorê hatin hilbijartin.

Endam cihê xwe di komîteyên "Rêxistin û têkiliyan, lîstokên takekesî, lîstokên komî, werzîşa dibistanan, werzîşa jinan, futbolê, ragihandin û komîteya diravî û avakirinê".

Kongrê bi xelekên dîlanan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din