Yekîtiya Werzîşê ya Tebqayê xebatên xwe nirxand

Yekîtiya Werzîşê ya herêma Tebqayê civîna xwe ya 6 mehan lidar xist û xebatên xwe nirxand.

Civîn li navenda Çand û Hunerê ya bi beşdarbûna endamên Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, Meclisa Ciwanên Tebqayê, Yekîtiya Werzîşê û şandeyeke ji Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.

Di civîna ku bi deqeya rêzgirtin destpê kir de, Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd Tirkmanî axivî, armanca avakirina Yekîtiya Werzîşê destnîşan kir û got, ew e ku hemû şêwazên werzîşê pêş bixîne û destekê bide werzîşvanan.

Endmên Yekîtiya Werzîşê ya herêma Tebqayê Xalid Qasim rapora xebatên 6 mehan ên yekîtiyê xwendin.

Li gorî raporê, "Piştî rizgarkirina herêma Tebqayê turnoveyeke fotbulê bi beşdarbûna 64 tîman turoveya "Wefedariya bi şehîdên Reqayê re" hate lidarxistin, Stada Xaz hate sererastkirin û yekemîn maçe di navbera tîma bajar û tîma gundewarên bajar hate organîzekirin. Her wiha beşeke ji stada werzîşê ya ku di dema çeteyên DAIŞ û beriya wê "Artêşa Azad" de bi temamî hatibû rûxandin, hate sererastkirin."

Di rapora de hate gotin ku, "hejmarek turnoveyên fotbulê, yekemîn pêşbirka hespan hatin lidarxistin, turnoveya şatracê bi beşdarbûna 70 lîstivanan  hate lidarxistin. Her wiha hijmareke lîstikvanên ji Tebqayê beşdarî turoveya şartacê ya li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin bûn û di lîstikên fîzîkî de ku li Minbicê hatibû lidarxistin, lîstikvanên Tebqayê xeleta yekemîn girtin."

Piştre beşdaran pêşniyarên xwe anîn ziman. Hate gotin stad bi gîha werin raxistin û ronîkirin, kubên werzîşê û hewzên avjeniyê werin avakirin.

Di dawiyê de belgefîlmek li ser xebatên yekîtiyê hate pêşandan.

Li hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê civînên yekîtiyên werzîşê werin lidarxistin da ku yekîtiya giştî were avakirin.

ANHA


Mijarên Din