Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê xwe ji nûve birêxistin dike

Yekîtiya Êzidî ya Efrînê li Şehbayê, bi armanca ji nûve birêxistinkirina xwe bênavber dixebite. Endamên yekîtiyê tekez kirin ku dagirkirina Efrînê û wêrankirina cihên pîroz ên Êzidiyan hewldana berdewamkirina fermana 73’êyan e, lê dewleta Tirk nikare vîna wan bişkîne.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir, bi taybet êrîşî gelê Kurd ê Êzîdî kir û cihên wan ên pîroz wêran kir. Yekîtiya Êzidî ya Efrînê li kantona Şehbayê bênavber xebatên xwe dimeşîne da ku ola xwe ji pişaftinê biparêze.

Salek li ser dagirkirina bajarê Efrînê re derbas bû.  Civaka Êzidî li kantona Şehbayê kar dike da ku xwe ji nûve birêxistin bike.

Hejmara malbatên Êzidî yên ku li Şehbayê dimînin hezar û 700 malbat e. Ev malbat li gund û navçeyên Şehbayê belav bûne. Ji bo wan di nav Kampa Serdemê de li Til Sûsinê navendek hate vekirin da ku ji civaka Êzidî re bibe minber. Ev navend ji 25 endamên jin û mêr pêk tê.

Ji ber belavbûna êzidiyan di tevahiya gundên Şehbayê de, Yekîtiya Êzidî du navendên xwe li navçeyên Ehdas û Til Rifetê vekirin. Her du navend şêniyan bi rêxistin dikin. Wan ji nûve ji aliyê olî ve perwerde dikin. Tevahiya pirsgirêkên şêniyên Êzidî bi giyana hevkarî û piştgiriyê di navbera endaman de têne çareserkirin.

Her wiha Yekîtiya Êzidî gelek komîte ava kirin; lihevanîn, jin, perwerde, ciwan, çand û huner, werzîş û ragihandin.

Ji aliyekî din ve şênî heftê rojekê ji aliyên ideolojî, zanistî û olî ve têne perwerdekirin. Tevî dayîna waneyên olî ji zarokan re û perwerdekirina endaman li ser zimanê zikmakî.

Tevî wê jî semîner û perwerdeyên taybet bo jinê bi armanca vejandin û berfirehkirina rola wê di civakê de li ser rêgeza fikrê demokratîk û mafên jinan têne dayîn.

Li rex van hemûyan, Komîteya Çand û Hunerê ya girêdayî yekîtiyê, komên taybet bi yekîtiyê organîze dike. Mîna Koma Şengal, Koma Çivîka Zeredeşt û komên stranan. Ev kom heftê du rojan perwerdeyên xwe yên hunerî dibînin, beşdarî  şahî û çalakiyên ku di kantona Şehbayê de li dar dikevin, dibin.

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa Yekîtiya Êzidiyan Mistefa Nebo got: "Timayên dewleta Tirk a dagirker di dagirkirina Efrînê de ne tenê berfirehkirina hegemoniya xwe bû. Heman demê de hewl dide fermana 73’an a li ser gelê Êzîdî bidomîne.  Lê bi rêya ji nûve xwebirêxistinkirinê me bersîva dagirkeriyê da."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din