Yemen... artêşê cihên nû serwer kirin û gelek Hûsî hatin kuştin

Hêzên artêşa Yemenê deverên nû ji eniya Qaniyê ya bakurê parêzgeha Beyda û naverasta Yemenê serwer kirin. Her wiha nêzî 100 şervanên Hûsiyan birîndar bûn, hin jî hatin kuştin û hin jî hatin girtin.

Fermandarê ‘Lîwaa 117 Muşah’ Ehemed El-Neqih anî ziman ku leşkerên artêşa Yemenê piştgiriya xwe ji koalîsyona piştiriya yesayîyan dike li eniya Qanya ya bakurê Beyda êrişeke dijwar li dijî milîsên Hûsiyan pêk anî û di saetên derbasbûyî de nuqteyên nû rizgar kirin û ziyanên mirovî û madî li dijî milîsan pêk anîn.

Fermandar duh bi şev bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Yemenê li eniya Qanya nuqteyên nû ji milîsên Hûsiyan rizgar kirin, ji wan Qitûr, Tibab El-Sewd û hin nuqteyên din.

El-Neqih destnîşan kir ku artêşê gelek teqemenî, çak û cebilxaneyên Hûsiyan bi dest xistine û derdora 100 şervanên Hûsiyan birîndar in, hinek girtî ne û hatine kuştin.

(eh)


Mijarên Din