Yewnanistanê bang li YE`yê kir ku cezayên giran li Tirkiyê ferz bike

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê bang li YE`yê kir ku cezayên giran li dewleta Tirk ferz bike, her wiha banga destwerdana leşkerî li YE`yê kir da ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deyne.

Li gorî ajansa Associated Press ku wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias got Yewnanistan ji hevkarên xwe yên Yekitiya Ewropayê (YE) dixwaze ku cezayên aborî amade bike da ku li dijî dewleta Tirk bi kar bîne, heger di lêgerîna gaz û petrolê de li beramberî giraven Yewnanistanê bi pêş ve biçe.

Têkiliyên di navbera her du dijminên dîrokî û hevalbendên NATO`yê de, di mehên dawîn de zêde bûye.

 (bx)


Mijarên Din