Yewnanistan: Em amade ne bersiva provaksyonên Tirkiyê bidin

Wezîrê Derve yê Yewnanistanê Nikos Dundas eşkere kir ku heger Enqere biryar bide ku xebatên vekolandina petrol û gazê li Deryaya Spî fireh bike welatê wî amade ye berisva provakasyonên wê bide.

Nikos Dundas di daxuyaniyekê de ku malpera fermî ya wezaretê weşandiye got: "Nabe Tirkiyê mafê serdestiya Yewnansitanê yên ku di qanûna navdewletî de hatine parastin, binpê bike."

Dundas wiha domand: "Helwestên me ji vê mijarê diyar in. Gelek caran Tirkiyê bi van helwesatan hatiye agahdarkirin. Yewnanistan amade bû û dê hertim amade be da ku bersiva wan provaksyonan bide."

Hişyariyên Dundas, piştî ku Tirkiyê ragihand ku li gorî lihevkirina wê bi hikumeta Fayiz El-Seraj re dê di sê çar mehan de dest bi projeya vekolandina petorlê li rojhilatê Deryaya Spî bike, hat. 

Wezîrê Enerjiyê yê Tikriyê Fatih Donmîz di merasîma birêketina keştiya Tirkiyê de ji bo vekolandina petrol û gazê li Deryaya Reş got: "Saziya petrolê ya Tirkiyê dê dest bi xebatên vekolandinê li herêmên rojhilatê Deryaya Spî bike."

Sala borî hikumeta El-Serac ji bo xêzkirina sînorên deryayî  lihevkirinek bi Tirkiyê re mohr kir. Ev lihevkirin ji aliyê gelek dewletên herêmê ve di nav de Yewnanistan û Qibrsê  hate şermezarkirin ji ber ku ne rewa ye.

Yekitiya Ewropayê jî lihevkirina deryayî ya ku li gorî wê Tirkiyê desteka leşkerî ji milîsên Terablusê re li Lîbyayê pêşkêş bike, red kir.

(şx)


Mijarên Din