Yewnanistanê gefa qewitandinê li balyozê hikumeta El-Wîfaq xwar

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dindias gefa qewitandinê li balyozê hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê ya li Atînayê bi sedema îmzekirina peymana bi dewleta Tirk re, xwar.

Îro Nikos Dindias daxuyand ku Yewnanistan dixwaze peymanê heta bi dema înê bişopîne, lê belê dê piştre balyoz bibe “kesekî nexwestî” û dê ji welat bê derxistin.

Nikos Dindias wiha got: "Ne tenê mijar çavdêriya li ser naveroka peymanê ye, lê belê tê veşartin jî."

Dindias wiha lê zêde kir: "Atîna pê dihese ku piştî hikumetê di Îlonê de agahdar kir ku çi peyman wekî vê nayên îmzekirin, hatiye xapandin."

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis yekşemê ragihand ku Atîna dê daxwaza piştevaniyê ji NATO’yê di lûtkeya ku li Londonê piştî îmzekirina Enqereyê ya peymanê bi hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê re, bike.

Dindias da zanîn ku peymana sînorê deryayî ji ber nederbaskirina girava Girîtê ya Yewnanistanê di ber çavan re nêzî sosretê ye.

Yewnanistanê di hefteya borî de mixabiniya xwe li ser peymanê anî ziman û balyozên dewleta Tirk û hikumeta El-Wîfaq ên li Atînayê vexwendin ku detayan li ser naverokê eşkere bikin.

Peymana ku hikumeta El-Wîfaq a bi serokatiya Fayêz El-Serac bû sedema hêrsa Lîbyayê û herêmê û her wiha parlamentoya Lîbyayê tiştê ku Serac pêk aniye, bi xiyaneta mezin bi nav kir.

(fr)


Mijarên Din