Yewnanistan: Kirîna dewleta Tirk a S-400’an metirsiyan di nava NATO`yê de çêdike

Wezîrê parastinê yê Yewnanistanê Nikos Panayotopoulos piştrast kir ku kirîna dewleta Tirk a pergala parastinê ya Rûsyayê S-400 metirsiyê di nava NATO`yê de çêdike. Her wiha destnîşan kir ku êdî dewleta Tirk ji NATO`yê re ne ewle ye.

Nikos Panayotopoulos got: “Li ser kirîna dewleta Tirk a S-400’an ji Rûsyayê gelek tişt hate gotin û nivîsandin, lê bi nêrîna me ev metirsiyekê di nava NATO`yê de çêdike.

Panayotopoulos got metirsiya DYA û hevkarên wê yên din di NATO`yê de rewa ye û wiha domand: “Ev pergal hîna bi temamî ji hêla dewleta Tirk ve nehatiye xebitandin. Tecrube hene. Lê pergal wê di demeke bê de were bikaranîn.”

Nikos Panayotopoulos diyar kir ku êdî dewleta Tirk ji bo hevalbendên di NATO`yê de ne ewle ye û ji bo hemûyan fikaran çêdike.

Dewleta Tirk di Nîsana 2017`an de lihevkirina S-400’an a pergala parastinê ya asmanî ya Rûsyayê bi Rûsyayê re îmze kir. Beşa yekemîn a pergalê di Tîrmeha borî de girt. Tecrubeya yekemîn a pergala jî di 16`ê Cotmehê de çêkir.

(şx)


Mijarên Din