Yewnanistan li hemberî hevalbendiya Tirkiyê-Pakistanê têkiliyan bi Hindistanê re xurt dike

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê bi hempîşeyê xwe yê Hindistanê re rêbazên xurtkirina têkiliyên dîplomatîk û leşkerî yên di navbera her du welatan de nîqaş kirin, li gel hewldana Pakistan û dewleta Tirk ku rahênanên deryayî yên hevbeş çêkin.

Li gorî ajansa Greek Reporter a Yewnanistanê, wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias hempîşêyê xwe yê Hindistanê Subrahmaniyam Jaishankar pabendiya Yewnanistanê ji bo çareserkirina nakokiyên li rojhilatê Deryayê Spî di çarçoveya qanûnên navneteweyî de agahdar kiriye.

Wezîrê Hindistanê piştrast kir ku welatê wî lihevkirina Neteweyên Yekbûyî (NY) ya qanûna deryayî, ji bo çareserkirina wan nakokiyan esas dibîne. Her wiha destnîşan kir ku nakokiya deryayî ya di navbera welatê wî û Bengladeşê de di çarçoveyeke navneteweyî de çareser bûye.

Her du wezîran xurtkirina hevkariyê di warê parastinê de bi taybet di warê teknolojiyê de nîqaş kirin.

Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê diyar kir ku atmosfera siyasî ji bo pêşxistina têkiliyan di navbera her du welatan de baş e.

(şx)


Mijarên Din