Yewnanistan û Îmaratê peymaneke parastinê ya hevbeş îmze kir

Yewnanistan û Îmaratê peymaneke parastinê ya hevpar îmze kir. Li gorî peymanê dê her du welat alîkariyê bidin hev.

Rojnamaya National Herald a amerîkî eşkere kir ku roja duşemê Yewnanistan û Îmaratê peymaneke parastinê ya hevbeş îmze kir. Li gorî peymanê, eger êriş li ser dewletekê çêbû, dê dewleta din alîkariyê bide wê.

Îmaratê berê piştgirî dabû Yewnanistanê li dijî provokasyonên dewleta Tirk.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis hewl dide li dijî dewleta Tirk hevkarên navneteweyî çêke ku di nav wan de Fransa jî  heye.

(dm)


Mijarên Din