YE`yê bang li aliyên Astana kir ku parastina sivîlên li Idlibê bikin

Yekitiya Ewropa bang li aliyan ku destwerdana Sûriyê kirine ku sivîlan biparêzin û wiha got: "Em ji Rûsya, Tirkiyê û Îranê dixwazin ku bi berpirsyarî û erkên xwe rabin û misogeriya parastina sivîlan bikin."

Berpirsa siyaseta derve di YE`yê de Federica Mujerini û nûnerê karêûbarê alîkariyên mirovahî Christos Stilianides di daxuyaniyê de wiha gotin: "Em ji rejîma Sûriyê û garantorên Astana ( Tirkiyê, Rûsya û Îranê) texmîn dikin ku di zûtirîn dem de bi erka xwe rabin û misogeriya parastina sivîlan bikin."

Ruetersê li ser zimanê Federica Mujerini û Stilianides ragihand ku nabe di bin her rewşê de êrîşî li ser jinan û zarokan û sivîlan pêk werin û wan talan û wêran bikin, her wiha binesaziya bajêr birûxînin.

Her wiha berdevka Wezareta Karê Derve ya Amerîka Morgan Ortigas roja sêşemê got: "Êrîşên li ser sivîlan û binesaziya giştî mîna dibistan, sûk û nexweşxaneyan dê rewşeke kirîtîk çêbike û ev yek jî nayê qebûlkirin."

Cîgirê sekretêra giştî ya NY`yê yê karêûbarê mirovahî Ursula Muller roja sêşemê got derdora 270 hezar kes ji ber şerê giran ji Idlibê koçber bûn û rêxistinên alîkariyê karê xwe li gelek aliyan rawestand.

 (jo)


Mijarên Din