YE‘yê cezayên li ser Sûriyê berfirehtir dike

Konseya Yekîtiya Ewropayê biryar girt ku lîsteya cezayên ku li Sûriyê hatine ferzkirin berfirehtir bike. Tevî wê jî 11 kersaz û 5 şirketan xist nav lîsteya reş.

NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê 11 karsazên Sûriyê û 5 şirketan xiste nav lîsteya  girtina tedbîran li dijî rêjîma Sûriyê.

Karsaz û şirket di warê avahîsaziya de dixebitin û desteka hikumeta Sûriyê dikin yan jî sûdê jê digirin.

Di nav lîsteya cezayên ku li Sûriyê hatiye ferzkirin de 270 kes û 72 şirket hene û rêwîtî li wan hatiye qedexekirin û milkên wan hatine cemidandin.

Cezayên li dijî Sûriyê hatine girtin ev in: Qedexekirina firotina petrolê, danîna qeydan li ser hin razemeniyan û cemidandina pereyan di Banka Sûriye ya Navendî de.

Ev ne cara yekê ye ku Brukselê lîsteya cezayan li dijî Şamê berfireh dike. Di 23'yê Hezîrana 2014'an de Brukselê navê 14 wezîran xiste lîsteya cezayan. Her wiha di nav lîsteyê de navên berpirsên Sûrî jê serokê rêjîma Sûriyê Beşar El-Esed heye.

Lîsteya cezayan a Yekîtiya Ewropayê ya ku ji sala 2011'an ve heta 2014'an de xurt kiriye, yek ji girîngtirîn cezayên yekîtiyê di dîrokê de tê hesbandin. Li gorî lîsteyê hemû cureyên pêwendniyên bazirganiya Ewropayê bi Sûriyê re hatiye qedexekirin bi taybet di warê bazirganiya petrol û berhemên wê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din