YE‘yê dê şandeya çavdêriya qedexekirina çekan bişîne Lîbyayê

Mudirê rêveberiya tewcîh manewî ya artêşa neteweyî ya Lîbyayê Xalid El-Mehcûb got, ji tirsa ku teror derbasî Lîbyayê bibe, dewletên ewropayê biryar dan ku şandeyekê bişîne Lîbyayê da çavdêriya qedexekirina çekan bike.

Wezîrên derve yên dewletên Yekitiya Ewropayê di dawiya civîna xwe ya li Brukselê de ragihandin ku yekitiyê wê dest bi erkek deryayî nû li Derya Spî bike da ku qedexeya çekan a ku NY`î li Lîbyayê ferz kiriye çavdêr bike.

El-Mehcûb girêdayî gava ewropî got, ewropî di vê dawiyê de ketin ferqê ku aloziya Lîbyayê ne tenê derî li pêşiya penaberan ber bi Ewropayê ve veke, di heman demê rê li pêşiya komên terorîst ên ku gihaştine Terablusê vedike ku dibe derbasî Ewropayê bibin.

El-Mehcûb diyar kir ku êdî mijar bi ewlehiya neteweyî ya Ewropayê ve girêdayî ye. Ewropî ne ji gihaştina çekan ji Lîbyayê re ditirse lê belê ji gihaştina komên radîkal ditirsin.

El-Mehcûb destnîşan kir ku di rojên dawîn de komên terorîst hebûna xwe bi rêya belavokan li Terablusê ragihandin da ku "Wîlaytekî" li paytextê ava bikin.

Di nav gotinên xwe de El-Mehcûb teqez kir ku pêwîst e hêzek di derya û li ser erdê de hebe. Her wiha diyar kir ji ber hebûna satalaytan û derfeta belgekirina tevahiya deteyên tevgerê mîna dem û ber, her kes xeta derbasbûna çekan dizanin.

El-Mehcûb wiha domand: "Ger metirsî hebe makenîzme wê pêk were. Lê lêçûna vê tevgerê heye. Ewropî baş dizanin çawa çek derbas dibe."

El-Mehcûb teqez kir ku Tirkiyê di vê dawiyê de eşkere kir ku rêxistina Îxwan Muslimîn a terorsît wê birêve dibe. Ev hişt ku ewropî bi Tirkiyê re weke ku ji hêla rêxistinek terorîst ve ji paş perdê tê birêvebirin bidin û bistînin. Tevî ku bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin.

El-Mehcûb destnîşan kir ku bûyerên li Trablusê di bin rêveberiya hikumeta Fayiz El-Serac rû didin, hewldanek ji hêla ixwanan ve da ku hebûna rêxistina radîkal biparêze. Ji aliyekî din ve Enqere lihevkirina Berlînê girêdayî Lîbya binpê kir.

Wezîrê derve yê Îtalî Luigi de Mayo got: "Yekitiya Ewropayê wê keştiyan li herêma li rojhilatê Lîbyayê belav bike da ku qaçaxçitiya çekan qedexe bike. Lê ger erk bû sedema pêlên keştiyên koçberiyê wê erk raweste."

De Mayo diyar kir: "Ev erk ji bo têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya çekan e, êdî erka Sofya nemaye."

Li gorî wezîrê derve yê Nemsayê Alexander Schallenberg, erêkirina 27 dewletên ewropayî destpêkirina vê erkê tiştek pêwîst e.

Alexander Schallenberg teqez kir ku hemû li ser erkek leşkerî ne mirovî lihev kirin, keştî wê rêyên din derveyî lihevkirina Sofya derbas bibin. Ger qaçaqan ew keştî ji bo derbaskirina penaberan bikar anîn wê keştî hema ji derya bêne vekişand.

(şx)

 


Mijarên Din