YE’yê demdayîna Îranê red kir

YE’yê derbarê dema ku Îranê daye dewletên li ser peymana nukleerê îmze kirine ku pêk bînin, red kir û fikara xwe nîşan da.

Di daxuyaniya hevpar a YE’yê û wezîrên karên derve yên Birêtanya, Almanya û Fransa de hat ku " Ji daxuyaniya ku Îranê der barê pêkanînên wê yên li gor plana hevpar a kar giştî de ku weşandiye, bi fikar in. Em ê li ser soza xwe ya parastina peymanê û pêkanîna wê bi awayekî giştî bin...ji ber dikeve berjewendiya ewlehiya tevahî"

Di dewama daxuyaniyê de bang li Îranê hate kirin ku pêkanîna sozên xwe yên li gor plana hevpar a karê giştî bi awayekî temamî weke çawa heta niha pêk aniye, berdewam bike û wekheviyê têxe nava gavavêtinên xwe.

Her wiha jî piştgiriyên xwe der barê berdewamkirina bazirganiya rewa de ya bi Îranê re teqez kirin.

(fr)


Mijarên Din