YE’yê gefa pêkanîna cezayan li Tirkiyê xwar

Şevê berê (pêncşemê) YE’yê gefa ferzkirina cezayan li Tirkiyê xwar ku ger kiryarên derqanûn ên vekolîna gazê li peravên Qubrisê ranewestîne.

Piştî çend saetan ji şandina Enqereyê keştiya duyemîn a vekolînkirina gazê li peravên girava Qubrisê, rayedarên Yekitiya Ewropayê bi rêya lûtkeya Brusselsê ji nû ve tekeziya şermezarkirina binpêkirina vekolandina derqanûnî ya ku Tirkiyê pêk tîne, nû kir.

Raydaran di dawiya daxuyaniya bidawbûna lûtkeyê de, mixabîninên xwe anîn ziman ku Tirkiyê hê jî bersiva bangên dûbarekirî yên ji YE’yê ya rawestandina çalakiyên vekolînê nedaye.

Di vê derbarê de dewletên garantor ên di YE’yê de di vê hefteyê de ji Komseriya Ewropa û Daîreya Xebatê ya Ewropa ya Derve daxwaz kir ku bêyî derengxistinê tedbîrên guncaw der barê Tirkiyê de bistînin. Roja pêncşemê jî 28 serokên dewlet û hikumetan ev daxwaz pejirand.

Li aliyekî dîtir jî, li gor AFP’ê, keştiya Yafoz ku ala Tirkiyê li ser bû, duh pêncşemê bi piştevaniya keştiya leşkerî piştî şahiya ku li perava Dîlofasî (bakur rojava) çêbûye ku wezîrê Enerjiya Tirkiyê Fatih Donmaz beşdar bûbû, bi rê ket.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê di şahiyê de got xebata vekolînê bêyî ku rawestin didomînin û Ev mafê wan ê rewa ye.

(fr)


Mijarên Din