YE`yê jî piştevaniya xwe ji hikumeta Mistefa Kazimî re ragihand

Îro YE’yê piştgiriya xwe ji hikumeta nû ya Iraqê re û serokatiya Mistefa Kazimî re destnîşan kir.

Bi navê YE`yê nûnerê bilind ê ewlekariyê û siyaseta karên derve ya YE`yê Josip Borel bi daxuyaniyekê hikumeta nû ya parlantoya Iarqê spas kir ku bawerî da hikumeta Kazmî û bi gaveke erênî nirxand û dê pêşeroja Iraqê biparêze.

Josip Borel  da zanîn ku ew amade ne destekê bidin hikumeta nû ya Iraqê.

Berpirsekî Ewropa bi lêv kir ku gelek karên tenduristî, ewlekarî  û aborî li pêşberî hikumeta nû ne û gelên Iraqê jî bendewarên vê yekê ne.

Josip Borel anî ziman ku ew bawer in ku wezaretên mane dê di zûtirîn dem de bikevin xizmetê.

Josip Borel bal kişand ser hevkariya di navbera YE`yê û Iraqê û got: "Em hîn jî amade ne bi serokwerzîr Mistefa Kazimî re alîkar bin û ewlehiya Iraqê û xwestekên gelên wê biparêzin."

Parlamtoya Iraqê di saetên derengiya şevê de bawerî da serokwezîrê demkî Mistafa Kazimî û bi vê yekê bû serokê hikumeta nû ya Iraqê.

(eh)


Mijarên Din