YE'yê vebijêrkên rawestandina tevgerên Tirkiyê nîqaş dike

Nûnerê karên derve yê YE’yê Joseph Borrel di civîna wezîrên karên derve yên yekitiyê de gotin: "Rewşa li Lîbyayê kirêtêk e, binpêkirina qedexeya derbaskirina çekan berdewam e."

Borrel got, Yekitiya Ewropayê bang li Tirkiyê dike ku rêzê ji peymanên kongreya Berlînê re ya derbarê Lîbyayê de bigire.

Joseph Borrel, her wiha eşkere kir ku wî civîneke berfireh têkildarî Tirkiyê  bi wezîrên derve yên Ewropyê re pêk anî û got: "Divê Tirkiyê rêzê ji nirx û lihevkirinên Ewropayê yên ji bo têkiliyên baştir di navbera herdu aliyan de  bigire."

Her wiha daxuyand ku, nêzîkatiyên yekalî yên Tirkiyê di deryaya Spî de li dijî serdestiya dewlatan e û bang li Tirkiyê kir ku bi awayekî çalakî beşdar bibe da ku bighêjin çareseriyeke siyasî ji bo Lîbyayê.

Borrel anî ziman ku divê Tirkiyê rêzê ji qedexekirina çekan bigire ku li ser Lîbyayê hatiye ferzkirin û got, Yekitiya Ewropayê amade ye tedbîran bigire da ku nêzîkatiyên Tirkiyê yên di deryaya Spî de bisekinine.

Borrel bi domdarî got: "Gele vebijêrk li cem me hene da ku bersiva tevgerên Tirkiyê ên li rojhilatê deryaya Spî bidin..Pêşniyarên ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê hene... me biryar da ku gelek vebijêrkan hazir bikin da ku bersiva siyaseta Tirkiyê bidin."

Borrel destnîşan kir ku "Çareseriya tekane ji aloziya Lîbyayê xeta Berlînê ye." Her wiha bang li aliyên bi nakok ên Lîbyayî kir ku li gorî peymana Berlînê tevbigerin.

Nûnerê karên derve yê YE’yê Joseph Borrel careke din got, aloziya têkiliyên Yekitiya Ewropa bi Tirkiyê sedama xwe "Tevgerên Tirkiyê yên li rojhilatê deryaya Spî û Lîbyayê" e.


Mijarên Din