YE’yê xebatên vekolandinê yên Tirkiyê li Qubrisê şermezar kir

YE’yê duh tevgerên Tirkiyê li peravên Qubrisê di çarçoveya gera ji bo gazê, şermezar kir û banga rêzgirtina serweriya Qubirsê kir.

27 dewletên endamên YE’yê bang li dewleta Tirkiyê kir ku vekolandinên gera ji bo gazê û petrolê li beramberî peravên Qubrisê, bisekinîne. Ji ber ew dikeve nava herêma aborî ya Qubrisê ku endameYE’yê ye.

Di demeke berê ya îsal de YE’yê pereyên du welatiyên ji Tirkiyê ku tev li vekolandinê bûne cemidandin û derfet neda wan ku derbasî xaka wan bibe, lê Enqere ji kiryarên xwe venekişî.

Wezîrên karên derve yên 27 dewletên endamên YE’yê bi daxuyanyiyeke hevbeş wiha got :"Em lêborînê dixwazin, ji ber dewleta Tirk bersiva tu bangên YE’yê ji bo sekinandina van xebatan, neda."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: "Em banga xwe dûbare dikin heta ku Tirkiyê dev ji tevgerên bi vî awayî berde û rêzdariyê bide serweriya Qubrisê û mafên wê yên desthilatê."

Wezîrên Yekitiya Ewropayê  xebatên Qubrisê ji bo lihevkirina der barê vê nakokiyê de pîroz kirin û piştrast kir ku bilindbûna dawîn a van tevgerên Trikiyê  ber bi aliyê şaş ve diçe.

Keştiyeke Tirkiyê " Yavuz " li beramberî perava Qubrisê ji destpêka meha Nîsanê ve vekolandinê dike. Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmaz roja Pênşemê ragihand ku xebatê vekolandinê dê neyê sekinandin.

bx


Mijarên Din