YJA Starê li Xakurkê  li dagirkeran da

Gerîlayên YJA Starê li Girê Şehîd Derwêş yê herêma Xakurkê, li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek pêk anîn.

Daxuyaniya Navenda  Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wihaye:

''Hêzên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 27’ê Adarê saet 13:00’an li Girê Şehîd Derwêş ê girêdayî herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên li gir bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de derb li çeper û kozikên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran diyar nebû.

27ê Adarê saet 19:00’an jî balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera Golka ya herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.''


Mijarên Din